Hevpeymaniya Navdewletî ji Serê Kaniyê û Girê Sipî vekişiya

Hevpeymaniya Navdewletî hêzên xwe ji sînorê bajarokê Girê Sipî û Serê Kaniyê yên Rojavayê Kurdistanê vekişand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevpeymaniya Navdewletî hêzên xwe ji sînorê bajarokê Girê Sipî û Serê Kaniyê yên Rojavayê Kurdistanê vekişand.

Medyaya nêzîkî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) belav kir, îro berbangê Hevpeymaniya Navdewletî hêzên xwe ji sînorê Girê Sipî û Serê Kaniyê vekişandin.

Ev gava Hevpeymaniya Nvadewletî di demekê de ye, Koşka Sipî ya Amerîka ragihand, Tirkiye bi niyaz e di demeke nêzîk de operasyoneke leşkerî li bakurê Sûriyê bike û hêzên Amerîkî jî li wê herêmê namînin.

Koşka Sipî dibêje, hêzên Amerîkî piştevaniya wê operasyonê nake û beşdarî wê operasyonê nabe. Herwiha hêzên Amerîkî jî piştî jinavbirina DAIŞê, dê li wê herêmê nemînin.

 

S. B