HSD: “Mîkanîzma Ewlehiyê” dê bibe “mîkanîzma mirinê”
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, destpêkirina êrîşeke Tirkiyê li rojhilatê Firatê, dê rê li ber şerekî demdirêj li Sûriyê veke.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, destpêkirina êrîşeke Tirkiyê li rojhilatê Firatê, dê rê li ber şerekî demdirêj li Sûriyê veke.
HSDê di daxuyaniyekê de ku li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” belav kir, tê de ragihand, ew pabendî tevahiya rêkeftina “Mîkanîza Ewlehiyê” bûye û hêz û çekên xwe yên giran ji navçeyên sînorî vekişandiye û hemû çeperên xwe jî hilweşandin, vê yekê jî rewşa wan xistiye metirsiyê.
HSD dibêje, destpêkirina êrîşekê li ser bakurê Sûriyê dê mîkanîzama ewlehiyê bike mîkanîzma mirinê û xelkê navçeyê derbider bike û şerekî demdirêj dê destpê bike.
HSD dibêje, wan 11 hezar şehîd di şerê li dijî DAIŞê dane û karîne xîlafeta DAIŞê jinav bibin û rewşeke aram li herêmê peyda bikin.
Tekez kir jî, heger Tirkiye êrîş bike, dê rê li ber derketina DAIŞê veke û dê miletê Sûriyê neçar bike ku bikevin bin desthilata komên tundrew û teroristan de.
Koşka Sipî ya Amerîka ragihandibû, Tirkiye bi niyaz e operasyoneke leşkerî li bakurê Sûriyê bike, hêzên Amerîkî jî dê ji wê herêmê vekişin.
Roja 7ê Tebaxa bûrî Amerîka û Tirkiyê rêkeftina “Mîkanîza Ewlehiyê” li Rojavayê Kurditsanê li rojhilatê Firatê rêkeftibûn, di wê çarçovê de jî Navnedeke Operasyonên Hevbeş bo hevahengî û avakirina herêma ewle li rojhilatê Firatê li Rihaya Bakurê Kurdistanê ava kirin û hejmareke gerên hevbeş ên bejahî û esmanî bo çavdêriya wê herêmê kirin.
Herwiha di çarçova wê rêkeftinê de jî, hêzên HSD û YPGê ji 4 – 14 K.M hêzên xwe vekişandin û çekên xwe yên giran ta 20 K.M ji sînor dûr xistin û çeper û tunelên xwe yên li nêzîkî sînorê Tirkiyê hilweşandin.
S. B