NY bi egera êrîşa Tirkiye hişyariya koçberiya xelkê dide

Netewên Yekgirtî hişyariyê dide û daxwaz ji tevahiya aliyan dike, heger Tirkiyê dest bi operasyona li Rojavayê Kurdistanê kir, divê welatiyên sivîl bêne parastin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Netewên Yekgirtî hişyariyê dide û daxwaz ji tevahiya aliyan dike, heger Tirkiyê dest bi operasyona li Rojavayê Kurdistanê kir, divê welatiyên sivîl bêne parastin.

Hevrêzkarê Karûbarên Mirovî yê Krîza Sûriyê ya ser bi Netewên Yekgirtî ve Panos Moumtzis li Cenêvê di daxuyaniyekê de ragihand, ew nizanin dê çi bibe, lê amadekariyên xwe bo tiştên xirap dikin.

Wî berpirsî daxwaz ji hemû aliyan kir, heger Tirkiyê êrîş kir, nehêlin şepêlên mezin ên koçberiyê ji wê herêmê çê bibin. Herwiha da zanîn jî, Netewên Yekgirtî planek ji bo koçberbûna xelkê bakurê Sûriyê daniye.

Ev yek di demekê de ye, Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan îro ragihand, vekişîna leşkerên Amerîkayê ji rojhilatê Firatê destpê kir û ew jî dikarin şevekê ji nişka ve derbasî wê herêmê bibin.

Ji encama êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê, metirsî heye hejmareke mezin ji xelkê koçber bibe.

 

S. B