Serok Barzanî û Balyozê Fransa ji egera kûrbûna êşê û çarenivîsa gelê Kurd li Sûriyê nîgeran in
Roja Duşemê 07. 10. 2019 Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Balyozê Fransa li Iraqê Bruno Aubert kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Roja Duşemê 07. 10. 2019 Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Balyozê Fransa li Iraqê Bruno Aubert kir.
Di hevdîtina ku Konsolê Giştî yê Fransa li Hewlêr Olivier Decottignies jî amade bû, rewşa siyasî û pêşhatên dawî ya li ser asta navçeyê hatin nirxandin û her wiha di derbarê proseya siyasî ya Iraqê, xwepêşandan û girjiyên vê dawiyê ya Bexdayê û parêzgehên din ên Iraqê de hatin guftûgokirin.
Her di vê civînê de rewşa Sûriyê û guhertinên hevkêşeyên siyasî û meydanîyên li rojhilata bakurê Sûriye xistin ber behs û di vê derbarê de her du aliyan dilgiraniya xwe li egera kûrtirbûna êş û azarên gelê Kurd û her wiha paşaroj û çarenivîsa gelê Kurd li Sûriyê nîşan dan.
Nirxandina gefa teror û hizra tundî ya li ser asayîş navçeyê mijareke din a vê civînê de bû.
S. B