Mesrûr Barzanî: Daxwaz û îradeya me bo encamdana çaksaziyê gelekî bihêz e

Bi serperiştiya Serokê Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî komîta Hevahengiyê ya di navbera Parleman û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de civiya.

K24 – Navenda Nûçeyan

Bi serperiştiya Serokê Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokê Encûmena Wezîran Qubad Talebanî, komîta Hevahengiyê ya di navbera Parleman û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de taybet bo projeyasaya çaksaziyê civiya.

Di civînê de guftûgoyên pêwîst derbarê yasaya çaksaziyê de hatin kirin û tekezî li ser girîngiya amadekirina wê yasayê û şandina wê bo Parlemanê hat kirin.

Serokê Encûmena Wezîran Mesrûr Barzanî amaje bi girîngiya encamdana çaksaziyê kir, ku tewereke girîng a hêlên giştî yên karnameya Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.

Di wê derbarê de Serokê Encûmena Wezîran got: “Daxwaz û îradeya me bo encamdana çaksaziyê gelekî bihêz e û bi hevkariya Parlemana Kurdistanê wê encam didin. Armanca çaksaziyê ew e, pêkanîna dadperweriyê û damezrawîkirina dam û dezgehên Herêma Kurdistanê ye û pirsa çaksaziyê jî divê di xizmeta berjewendiyên giştî û piraniya xelkê Herêma Kurdistanê de be.”

Di civînê de tekezî li wê hate kirin, ku guftûgoyên zêdetir derbarê wê projeyasayê were kirin û civîn di vê derbarê de berdewam bin, ta reşnivîsa dawiyê bê amadekirin û bo Prlemantoyê bê şandin.

 

S. B