Asayişa Hewlêrê mikurhatina kujerê malbata ji Rojavayê Kurdistanê belav dike
Bîsteke din, Rêveberatiya Asayişa Hewlêrê mikurhatinên kujerê pênc kesên malbata ji Rojavayê Kurdistanê li gundê Pîreş ê ser bi Hewlêrê ve belav dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Bîsteke din, Rêveberatiya Asayişa Hewlêrê mikurhatinên kujerê pênc kesên malbata ji Rojavayê Kurdistanê li gundê Pîreş ê ser bi Hewlêrê ve belav dike.
Roja Îna bûrî 2ê Cotmeha 2019an, kesekî li gundê Pîreş malbateke Rojavayê Kurdistanê ku ji 5 kesan pêk hatibû kuştin. Piştî bîsteke din jî Asayişa Hewlêrê çawaniya rûdana bûryerê û mikurhatina kujer belav dike.
Di wê derbarê de daxuyaniyek belav kir û tê de hat: “Wek me berê di daxuyaniyên pêşî de amaje pê daye, tawanbar (Ferîdon Kerîm Remedan) tevahiya endamên malbateke Kurd a Rojavayê Kurdistanê ku niştecihên gundê (Pîreş) yê Hewlêrê bûn kuştine, piştî encamdana tawanê jî termê qurbaniyan bi cih hîştine.”
Li gor mikurhatênên ku bi daxuyaniyê re hatine belavkirin, tawanbar zêdetir ji 2 salan e pêwendiya wî bi cîranê wî (Besam Husên Resûl) yê bi navê (Heysem) tê nasîn re heye, nêzîkî mehekê ye jî sarbûn ketiye navdera wan, lê êvara roja 2 Cotmehê tawanbar wê malbatê bi xwe re derxistiye gerekê, paşê nakokî di navbera wan de çê bûye û di encamê de tawanbar bi çekê Kilanşîkov Heysem kuştiye, piştre jina wî (Solîn Mihemed Nezîr) û her sê zarokên wan (Husên 11 salî, Roşka 7 salî, Mihemed 5 salî) kuştine.
Li gor mikurhatina tawanbar, Solîn hîn zindî bû û ne miribû, tawanbar bi xwîneke sar ew bi kevir kuşt.
Asayişa Hewlêrê amaje bi wê jî dide, hêzên Rêvebertiya Asayişa Hewlêrê, roja 3ê Cotmehê û tenê yek rojê piştî wê tawanê, termê qurbaniyan dît û heman rojê jî tawanbar desteser kir û li gor rêkarên yasayî lêkolîn hatin kirin û doza tawan bo dadgehê hat birêkirin.
S. B