Tiramp: Karê me bi cengê di navbera Kurd û Tirkîyê de nîne
Donald Tiramp, serokê Emerîkayê ragehand: dema sê salane wan hêrişa Tirkiyê bo ser Kurd ragirtîne, lê êdî ew ji cengê dê derkevin.
K24- Hewlêr
Donald Tiramp, serokê Emerîkayê ragehand: dema sê salane wan hêrişa Tirkiyê bo ser Kurd ragirtîne, lê êdî ew ji cengê dê derkevin.
Di tiwîtekê de, Tiramp derbarê vekişana hêzên Emerîkayê ji Suriyê nivîsîye: Kurdê li gel me cengîyan, lê me jî pere û gelek çek dan wan. Ev sê salin min cengê di navbera Turk û Kurdan ragirtîye, belê em di ji wî kar xwe vekişînîn.
Aşkera jî kirîye, Emerîka niyaz hebû tenê 30 rojan li Suriyê vemîne, lê demê dirêjî vekêşa. Em serbazên xwe dê vegrînin welat.
Tiramp derbarê cenga Suriyê nivîsîye, Em li wî cihî di cengîn ewa mifa bo me têde hebe û tenê bo serkevtinê dicengîn.