Mesrûr Barzanî: Pêwîste encamdana pirojeyên weberhînanê li gor pilan û pêdivî yên Herêma Kurdistanê bin
Evro, Dûşembîyê, 7/10/2019 bi serperiştîya Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê û bi amadebûna Qubad Talebanî, cêgirê serokê Civata Wezîran, Civata Bala ya weberhînanê kom bû.
K24- Hewlêr
Evro, Dûşembîyê, 7/10/2019 bi serperiştîya Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê û bi amadebûna Qubad Talebanî, cêgirê serokê Civata Wezîran, Civata Bala ya weberhînanê kom bû.
Di kombûnê de, Mehemed Şukrî, serokê Desteya Weberhînanê, raportek bi hejmare û zanîyarîyên hûr pêşkeş kir û arîşe, pirsgirêk û pêdivîyên piroseya weberhînanê xiste berçavan.
Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê tekez li ser wê yekê kir, ku pêwîste piroseya weberhînanê bi awayeke pilan bo darijtî, careke din bihêt rêkxistin.
Got jî: Hikumet bernameyeke pêwîst dê darêje bo rêkxistina pirojeyên weberhînanê bi awayekê ku encamdana pirojeyên weberhînanê li gor pilan û pêdivîyên Herêma Kurdistanê be.
Tekez jî kir: sanahîkarî pêdivî bo weberhênerên navxweyî û bîyanî dihên kirin ewên pirojeyên wan di xizmeta berjewendîya giştî be.
