Ragehandina hevpişka kombûna serok Barzanî û serokê Îtîlafa Niştîmanîya Îraqê
Evero, li Serlahedîn, serok Mesûd Barzanî û Eyad Elawî, serokê Îtîlafa Nîştîmanîya Îraqê kombûn. Di kombûnê de bi dûr û dirêjî rewşa sîyasî ya Îraqê, pêşhetayên nihayî, bûyer û girjîyê vê dawîyê yên Bexda û çend parêzgehên din yên Îraqê gengeşe kirin û li ser evan xalan rêkkevtin.
K24- Hewlêr

Yekem: Ji bilî rêya destûrî û li gor pirose û mîkanîzmên demokratî nabe ti rêyeke din bo guhertina piroseya sîyasî hebe û her guhertinek jî li derveyê evê çarçovê be nahêt qebûlkirin.
Dûyem: Piştîvanîya tevaya hikumeta niha ya Îraqê dikîn bi serokatî ya rêzdar Adil Ebdulmehdî. Daxwaz jî dikîn hewla temam bide bo bidesvehînana akincîyê û kontirolkirina rewşê û sizadana gendelkaran û herweha ewên bûyne sedema xûnrijtina xelkê bê tawan.
Sêyem: Daxwaz dikîn parêzvanî li selametî û kerameta gelê Îraqê û hevwelatîyan bihêt kirin ji hemû pêkhate û çînan de û di hemû waran de jî hevahengîya temam di navbera me de hebe.
Çarem: Serexweşîyê li malbatên qurbanîyên van bûyeran û zulimlêkrîyan dikîn û hêvîya saxlemîyî jî bo birîndaran dixwazîn û daxwaz ji hikumetê jî dikîn giringîya temam bide bide qurbanî û birîndaran û bihên qerebû kirin.