Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê pêşwazî kir li balyozê Firansayê

Evro Mesrûr Barzanî serokê hikumeta Herêma Kurdistanê pêşwazî kir li Biruno Obêr, balyozê Firansayê li Îraqê.

K24- Hewlêr

Evro Mesrûr Barzanî serokê hikumeta Herêma Kurdistanê pêşwazî kir li Biruno Obêr, balyozê Firansayê li Îraqê.

Di dîdarê de gotûbêj debarê guhertinên Îraqê û Suriyê hat kirin.

Herdû alîyan tekez li ser wê yekê kirin ku girijbûna rewşa deverê nemaze jî li Suriya di berjewendîya xelkê deverê de nîne û dibe sedema awarebûna hejamreke mezin ji xelkê û ziyan gehandinê bi hevwelatîyên sivîl ku ev jî di berjewendîya ti alîyekê de nîne.