Li Girê Sipî Helwêsta Emerîkayê hat şermezarkirin

Hevwelatîyên rojavaya Kurdistanê li bajarokê Girê Sipî xwenîşandan kirin bo şermezarkirina helwêsta Emerîkayê û biryara vekişandina supayê wê ji bakûra Suriyê.

K24- Girê Sipî

Hevwelatîyên rojavaya Kurdistanê li bajarokê Girê Sipî xwenîşandan kirin bo şermezarkirina helwêsta Emerîkayê û biryara vekişandina supayê wê ji bakûra Suriyê.

Di xwenîşandanê de, hevewelatîyan dijî xwe vekişana Emerîkayê bûn û bi nerîna wan ev gilopa keske daku Tirkiyê operasyonekê bo ser deverên wan encam bide.

Yek ji pişikdarên xwenîşandanê bo Kurdistan24 axivt û got: Emerîkayê pişta xwe kire me û dixwaze vekişe, ev jî piştî wê yekê dihêt ku çend salan, em bi hev re berengarî terora  Daişê bûyin.

Xwenîşandan  hevwelatîyên Kurd li rojavaya Kurdistanê piştî wê yekê dihêt ku Tiramp, serokê Emerêkayê ragehand, wan pereyeke mezin daye wan û şerê Diaşê bo wan ti destkevt têde nîne û ew ji Suriyê dê xwe vekişînin.