Komîteyên Hemahengiyê derbarê projeyasaya çaksaziyê civiyan
Komîteyên Hemahengiyê di navbera Parleman û Hikumetê yên taybet bi projeyasaya çaksaziyê de civiyan. Mesrûr Barzanî jî radighîne, divê di nava proseya çaksazîyê de dadperwerî hebe û di xizmeta berjewendiya giştî de be.
K24- Hewlêr
Komîteyên Hemahengiyê di navbera Parleman û Hikumetê yên taybet bi projeyasaya çaksaziyê de civiyan. Mesrûr Barzanî jî radighîne, divê di nava proseya çaksazîyê de dadperwerî hebe û di xizmeta berjewendiya giştî de be.
Bi serpereştiya Serokê Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokê Encûmena Wezîran Qubad Talebanî, Komîteya Hevahengiyê ya di navbera Parleman û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de taybet bo projeyasaya çaksaziyê civiya.
Di civînê de, guftûgoyên pêwîst derbarê yasaya çaksaziyê de hatin kirin û tekezî, liser girîngiya amadekirina wê yasayê û şandina wê bo Parlemanê hat kirin.
Serokê Encûmena Wezîran Mesrûr Barzanî amaje bi girîngiya encamdan a çaksaziyê kir, ku tewerek girîng a hêlên giştî yên karnameya Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.
Di wê derbarê de Serokê Encûmena Wezîran got: "Daxwaz û îradeya me bo encamdan a çaksaziyê gelek bihêz e û bi hevkariya Parlemana Kurdistanê, wê encam didin. Armanca çaksaziyê ew e, pêkanîna dadperweriyê û damezrawîkirin a dam û dezgehên Herêma Kurdistanê ye û pirsa çaksaziyê jî, divê di xizmeta berjewendiyên giştî û piraniya xelkê Herêma Kurdistanê de be."
Di civînê de tekezî li wê hate kirin, ku guftûgoyên zêdetir derbarê wê projeyasayê werin kirin û civîn di vê derbarê de berdewam dibin, ta reşnivîsa dawiyê bê amadekirin û bo Parlemantoyê bê şandin.