Li Dêrsimê hejmarek endam û rêveberên HDP û DBP hatin desteserkirin
Li Dêrsimê 9 endam û rêveberên HDP û DBP hatin desteserkirin.
K24- Hewlêr
Li Dêrsimê 9 endam û rêveberên HDP û DBP hatin desteserkirin.
Asayîşa Dêrsimê dijî Partiya Demokratîk a Gelan HDP û Partiya Herêman a Demokratîk DBP operasyonek berfireh kir û avêt ser malan. Hat zanîn, 9 endam û rêveberên HDP û DBPyê hatine desteserkirin û li Rêveberiya Asayîşa Dêrsimê tên lêpirsîn kirin.
Hefteya borî jî, li Dêrsimê Serokê Komeleya Mafê Mirovan a Şaxa Dêrsimê Gurbuz Solmaz û 4 endamên din ên HDP hatibûn desteserkirin û hat zanîn, operasyona îro berdewamiya wê ye.