HSD: Rejîma Sûriyê amadekariyan dike ber bi Minbic ve were
Hêzên Sûriya Demokrat ragihand, Rejîma Sûriyê bi piştevaniya Rûsyayê amadekariyan dike, da ku ber bi Minbic ve were.
K24- Hewlêr
Hêzên Sûriya Demokrat ragihand, Rejîma Sûriyê bi piştevaniya Rûsyayê amadekariyan dike, da ku ber bi Minbic ve were.
Di twitekê de HSD belavkiriye, ji niha ve, encamên destpêkê yên vekşandina hêzên Amerîkî ji sînor û ne serkeftina rêkeftina Mekanîzma Ewlehiyê derdikevin, û niha Hêzên hikumeta Sûriyê, bi piştevaniya Rûsyayê amadekariyên xwe dikin, ji bo ku ber bi Minbic ve biçin.
HSD dibêje, derbasbûna Tirkiyê bo nav axa bakurê rojhilatê Sûriyê, dê derencamên gelek xerab li pey xwe, bîn e.