Sefîn Dizeyî: Tekez li ser baştirkirina peywendîyên Hewlêr û Bexdayê kir

Sefîn Dizayî, berpirsê Fermangeha Peywendîyên Derve ya hikumeta Herêma Kurdistanê ragehand, di dîdara di navebera wezîrê derve yê Rûsya û berpirsên hikumeta Herêma Kurdistanê tekz kir li ser baştirkirina peywendî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û çareserkirina arîşeyan.

K24- Hewlêr

Di hevpeyvînekê de bo Kurdistan 24, Sefîn Dizayî, derbarê seredana wezîrê derve yê Rûsyayê bo Hewlêrê, ragehand: Seredana wezîrê derve yê Rûsyayê di vê kawdanê de, giringî û taybetmendîya xwe heye.

Ragehand jî: Behsa rewşa Îraq, serheldana Daişê li Îraqê û Suriyê û baştirkirina peywendîyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hat kirin.

Amaje bi wê yekê jî da, di kombûnan de behsa peywendîyên di navbera Hewlêr û Moskoyê de ji alîyê abûrî, sîyasî, Wize û civakî hatîye kirin.

Duhî, Dûşembîyê, Sêrgî Lavrov, wezîrê derveyê Rûsyayê, piştî seredana Bexdayê, seredana Herêma Kurdistanê jî kir û li gel her yek ji Serok Mesûd Barzanî, herweha li gel serokê Herêma Kurdistanê û serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê kom bû.