Tirkiye hêzêke mezin li ser sinûr kom dike

Supayê Tirkiyê hêzeke mezine li deverên sinûrîyên bakûra Kurdistanê kom dike ku bi nîyaze hêriş bike ser rojavaya Kurdistanê.

K24- Riha

 Supayê Tirkiyê hêzeke mezine li deverên sinûrîyên bakûra Kurdistanê kom dike ku bi nîyaze hêriş bike ser rojavaya Kurdistanê.

Nûçegihanê Kurdistan 24, li deverên sinûrî yên Riha (Orfa) ya bakûrê Kurdistanê ragehand: Şeva burî hêzeke mezin a Tirkiyê ji Dîlokê ve ber bi Elbabê hatîye, ji bilî evê karwanê hêzeke dî yê Tirkiyê li ser sinûr li Kanî Xezalan heya Serê Kanî hatîne komkirin.

Komkirina hêzan Tirkiyê li ser sinûrê bakûra Kurdistanê di demkê de ye ku berê berpirsên bilindên wî welatî ragehandibû, hêrişê dê bikin ser rojavaya Kurdistanê. Duhî jî koçka Sipî aşkera kiribû ku hêzên xwe ji rojavaya Kurdistanê dê vekişînin û di van nêzîkan de Tirkiyê  operasyonê encam dide.