Serok Barzanî helwêsta xwe derbarê rewşa rojavaya Kurdistanê ragehand

Serok Mesûd Barzanî helwêsta xwe ragehand derbarê rewşa rojavaya Kurdistanê û eger û metirsîyên rûdana şer û hêrişa serbazî artêşa Tirkiyê bo ser bakûra rojhelata Suriyê û rojhelata Firatê.

K24- Hewlêr

Serok Mesûd Barzanî helwêsta xwe ragehand derbarê rewşa rojavaya Kurdistanê û eger û metirsîyên rûdana şer û hêrişa serbazî ya artêşa Tirkiyê bo ser  bakûra rojhelata Suriyê û rojhelata Firatê.

Di tiwîtekê de, serok Barzanî ragehand: Em ji pêşhatên evê dawîyê ya rewşa rojavaya Kurdistanê nîgeranîn.

Herweha nivîsîye: Hemû hewlekê dê bidîn daku xelkê rojavaya Kurdistanê hevrûşî nehematîyên zêdetir nebin.

Serok Barzanî aşkera kirîye, bo hêwirkirin û tenahkirina rewşa rojavaya Kurdistanê, em di peywendîyan deyîne.

Ev peyama serok Barzanî, piştî wê yekê dihêt, duhî Emerîkayê biryar da ji Suriyayê xwe vekişîne û dawîyê bi vemana serbazên xwe bihîne û hevdem Emerîkayê ragehandibû ku rêgirîyê  ji hêrşa Tirkiyê bo ser bakûra Sûriyê nake.

Piştî biryara Emerîkayê, Rêveberîya Xweser û Hêzên Suriya Demokrat ragehandin: Ew rûbirûyê hêrêş û gefên Tirkiyê dibin û helwêsta Emerîkayê jî,  bi weşana xencerê li pişta hêzên xwe dazanîn.

di asta nêvdewletî de jî, Firansayê daxwaz ji Tirkiyê kir, ti zîyanekê bi Hevpeyamanîya Nêvdewletî dijî Daişê negehîne û Komara Îslamîya Îranê jî dijînî ya xwe bo hêrişa Tirkiyê bo ser bakura Suriyê derbirî.