Brîtanya: Em piştevaniyê li operasyona Tirkiyê nakin

Brîtanya ji plana Tirkiyê ya encamdana operasyoneke leşkerî li ser Rojavayê Kurdistanê nîgeran e û radigihîne, ew piştevaniyê li operasyona Tirkiyê nakin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Brîtanya ji plana Tirkiyê ya encamdana operasyoneke leşkerî li ser Rojavayê Kurdistanê nîgeran e û radigihîne, ew piştevaniyê li operasyona Tirkiyê nakin.

Peyvdarê bi navê Serokwezîrê Brîtanyayê Borîs Johnson ragihand, London bi berdewamî bi Tirkiyê zelal bû, ku operasyoneke tekalî li navçeyê bike, dê rewşê tevlîhev bike û dê kedên ji bo jinavbirina DAIŞê têk bide.

Derbarê daxuyaniyên Serokê Amerîka Donald Trump de jî got, tevgera hêzên Amerîka li Sûriyê, pirseke girêdayî Amerîka ye.

Piştî daxuyaniya Koşka Sipî ya Amerîka derbarê vekişandina hêzên xwe Rojavayê Kurdistanê û hêzên Amerîkî ji du baregehên xwe li Serê Kaniyê û Girê Sipî yên Rojavayê vekişandin, Tirkiyê ragihand ku ew amadekariyên destpêkirina operasyoneke tekalî li ser Rojavayê Kurdistanê dike.

Lê îro Trump di dawî twîta xwe de ragihand, vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê, nayê wateya ku dê dest ji Kurdan berdin.

Herwiha berpirsekî pilebilind ê Wezareta Bergîriyê ya Amerîka ragihand, hêzên Amerîkî di çarçova Hevpeymaniya Navdewletî li Iraq û Sûriyê ne û ew ji bo piştevaniya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî pabend in.

 

S. B