HSD: Bijardeya danûstandina bi Şamê re guftûgo dikin

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) radigihîne, ji bo rûbirûbûna artêşa Tirkiyê, ew niha bijardeya hevpariya bi Serokê Sûriyê Beşar Esed re guftûgo dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) radigihîne, ji bo rûbirûbûna artêşa Tirkiyê, ew niha bijardeya hevpariya bi Serokê Sûriyê Beşar Esed re guftûgo dikin.

Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî ji kenala “NBC” a Amerîkî re ragihand, yek ji bijardeyên li ser maseya wan ew e, hevpariyê bi rêjîma Sûriyê re bikin, ji bo rûbirûyî artêşa Tirkiyê bikin, heger hat û Tirkiyê gefên xwe bicih kirin.

Ebdî nîgeraniya xwe derbarê egera destpêkirina operasyoneke leşkerî ji aliyê Tirkiyê ve derbirî û bang li gelê Amerîka kir, ku fişarê li Serokê Amerîka Donald Trump bikin, ji bo alîkariya wan bike û got: “Kesên bi Amerîka şerê DAIŞê kirine, niha bi tenê rûbirûyî şerekî mezin dibin.”

Amaje bi wê jî kir, parastina zîndanên ku çekdarên DAIŞê tê de ne, niha di xema wan duyem de tê, ji ber ku hêzên wan niha ji bo rûbirûyî Tirkiyê bibin, ber bi sînor ve tên.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) îro hejmarek ji hêzên xwe ji zevîya El Omer ya petrolê li gundewarê Dêrezorê vekişand û bo sînorê Girê Sipî û Serê kanîyê veguhast.

Ev daxuyaniyên Fermandarê Giştî yê HSDê di demekê ye, piştî wê yekê pêr koşka Sipî aşkera kiribû, Amerîka dê hêzên xwe ji bakurê Sûriyê vekişînin û di van nêzîkan de Tirkiye dê operasyoneke leşkerî encam dide.

Herwiha piştî wê daxuyaniyê hêzên Amerîkî ji du baregehên xwe li Serê Kaniyê û Girê Sipî yên Rojavayê vekişandin.

Lê îro Serokê Amerîka di twîtekê de ragihand, vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê, nayê wateya ku dê dest ji Kurdan berdin.

 

S. B