Tirkiye çekên giran dişîne ser sînorê Rojavayê Kurdisatanê

Artêşa Tirkiye zêdetir îro hêzeke zêde û çekên giran dişîne ser sînorê Rojavayê Kurdistanê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Artêşa Tirkiye zêdetir îro hêzeke zêde û çekên giran dişîne ser sînorê Rojavayê Kurdistanê.

Hêz û alavên leşkerî ku ji deverên cuda yên Tirkiyê hatibûn şandin gihîştin navçeya Kaniya Xezalan ya Rihayê. Hêzên hatine şandin li ser sînorê Girê Sipî tên bicîhkirin.

Peyamnêrê K24 li Rihayê Hesen Kosen da zanîn, hêzên Tirkiyê ji serê vê sibê ve ber sînorê bi Rojavayê Kurdistanê ve tên şandin û di nava wan çekên giran jî hene.

Herwiha da zanîn, leşkerê jî bi basan bo sînor tên veguhastin û derdora 30 basên leşkeran îro gihîştin navçeya kaniya Xezalan a ser sînor.

Tirkiye, piştî biryara Serokê Amerîka ya vekişandina hêzên Amerîkî ji hin xalên ser sînorê Rojavayê Kurdistanê, hejmara hêzên xwe li ser sînor zêdetir dike.

Li gor agahiyan, Tirkiye zêdetir hêzên xwe li beramber Girê Sipî û Serê Kaniyê kom dike ku Amerîka jî leşkerên xwe ji wê derê vekişandibûn.

 

 

S. B