Sînem Mihemed: Hevdîtinên me bi Amerîka re berdewam in

Li pêşiya Koşka Sipî ya Amerîka xwepêşandanek li dijî egera êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê birêve diçe.

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Li pêşiya Kaoşka Sipî ya Amerîka xwepêşandanek li dijî egera êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê birêve diçe.

Nûnera MSDê li Washingtonê Sînem Mihemed li pêş Koşka Sipî ya Amerîka ji K24ê re ragihand, biryara Serokê Amerîka Donald Trump a vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê, dê rê li pêş Tirkiye veke ku êrîşî ser gelê me li bakur û rojhilatê Sûriyê bike.

Da zanîn jî, HSDê û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî bi hev re şer li dijî DAIŞê kir û ew jinav bir û karî wê herêmê ji terorê xelas bikin, heger Tirkiye êrîş bike, metirsiyeke mezin çê dibe ku careke din DAIŞ derkeve.

Derbarê armanca xwepêşandana wan li pêş Koşka Sipî jî de  got: “Gelê me dixwaze nameyekê bide, ku Amerîka alîkariya xelkê herêmê û HSDê bikin û egerên êrîşa Tirkiyê li ser herêmê rawestînin.”

Herwiha got: “Divê Tirkiye bijardeyên leşkerî hilnebijêre û bi riya diyalogê pirsgirêkan çareser bike. Ji xwe me jî rêkeftina mîkanîza ewlehiyê qebûl kiriye.”

Aşkere kir, nûnertiya MSDê li Washingtonê hejmarek hevdîtin bi berpirsên Amerîka re kirine, wan jî nerazîbûna xwe derbarê egera êrîşa Tirkiyê de nîşan dane.  

  

S. B