PSK: Divê TEV-DEM û ENKS lihev bikin

Karvedanên egera operasyona Tirkîyê ya ser Rojavayê Kurdistanê didomin.

 

K24 – Enqere

Karvedanên egera operasyona Tirkîyê ya ser Rojavayê Kurdistanê didomin. Li Tirkîyeyê ji xeynî çend alî û partîyên demokratîk û çepgir hema hemû partî û alî piştgirî didin operasyoneke leşkerî. HDP û Partîyên Kurdistanî jî bi tundî li dijî operasyonê derdikevin û dibêjin wê operasyon kêşeya Kurdî û çareserîya şerê Sûrîyeyê kûrtir bike. PSK bang li ENKS û TEV-DEMê dike ku ew li gorî Rêkeftina Duhokê hevkarîyê pêk bînin û li dijî operasyona Tirkîyê derkevin.

Li Tirkîye û bakurê Kurdistanê karvedanên biryara Trump ya vekişandina leşkerên Amerîkî ji Rojavayê Kurdistanê û egera operasyona Tirkîyê ser Rojavayê Kurdistanê didomin. Li gel hin îtiraz û rexneyên piçûk hema hema hemû alî û partîyên mixalefetê yên Tirkîyê wek operasyona Efrînê di egera operasyoneke da piştgirî didin hikûmetê. Ji xeynî HDP û partîyên Kurdistanî hin partî, alî û sazîyên demokratîk û mixalîf jî li dijî operasyonê derdikevin.

HDP bi tundî li dijî egera operasyona Tirkîyê ya ser Rojavayê Kurdistanê derdikeve û dide zanîn ku ev yek wê bi xwe ra bobelat û alozîyên mezin bîne û wê krîza Sûrîyeyê jî kûrtir bike.

Parlamenterê HDPê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz ji K24ê re got: "Meseleya Tirkîye ne YPG û PYD ye mesele statûya Kurdan û Kurdistanê ye."

Partîya Sosyalîst a Kurdistanê PSK jî, radigihîne ku wê polîtîkayên Tirkîyê yên gefxwarin, dagirkirin û guhertina demografîya Rojavayê Kurdistanê wê meseleya Kurdî mezintir bike û ber bi neçareserîyê ve bibe. Cîgir Serokê PSKê Alaatîn Aras, bang li TEV-DEM, ENKS û hemû alîyên Rojava dike ku ew di çarçoveya rêkeftina Hewlêr û Duhokê da hevkarîyê bikin.

Cîgirê Serokê PSKê Alaatîn Aras dibêje: "Divê TEV-DEM, ENKS û hemû alîyên Rojava dike ku ew di çarçoveya rêkeftina Hewlêr û Duhokê da hevkarîyê bikin."

Li alîyê din li gorî HDPê û hin pispor û şîrovekarên sîyasî ji ber ku di sîyaseta navxweyî û aborîya Tirkîyê da partîya desthilatdar Ak Partî û şirîkê wî MHP dikevin tengasîyê û rêjeya dengên wan kêm dibin, ew dixwazin ku bi şerekî li dijî Rojavayê Kurdistanê rojevê biguherînin û desthilatdarîya xwe bihêz bikin.