Civata wezîran çend pirsekan gengeşe dike
Evro Civata wezîran kom dibe derbarê rewşa sîyasî ya Îraq, Suriye û amadekarîyên Kurdistanê bo egerên pêşhatan.
K24- Hewlêr
Evro Civata wezîran kom dibe derbarê rewşa sîyasî ya Îraq, Suriye û amadekarîyên Kurdistanê bo egerên pêşhatan.
Çavkeanîyekî ji çavata wezîrên Herêma Kurdistanê ragehand: Evro, Civata wezîrên Herêma Kurdistanê bi serperiştîya Mesrûr Barzanî, serokê Herêma Kurdistanê kom dibe.
Li gor zanîyarên bi dest Kurdistan24 kevtîne, tewerên kombûnên pêk dihên ji: gotûbêjkirin derbarê rewşa sîyasîya Herêma Kûrdistanê, Suriya û helwêsta Herêma Kurdistanê û amdekarîyên alîyên peywendîdarên Herêmê bo her eger û pêşhatekê ku ji encsma guhertinên deverê çê bibe, nemaze jî hatina awareyan.
Her weha çend mijarên peywendîdar bi wezareta Kar û Karûbarên Civakî, wek danana mîkanîzma pêwîst bo dabînkirina destebera karkeran û dana desteberîya karkeran û danana pereya pişikdarîyên karkeran.