HSD daxwaza qedexekirina firînê dike li Bakûra Rojhelata Suriyê

Hêzên Suriya Demokrat (HSD) daxwaz ji civaka nêvdewletî û Hevpeymanîya Nêvdewletî dike, li bakûra rojhelata Suriyê firîna firokayan bihên qedexekirin.

K24- Hewlêr

Hêzên Suriya Demokrat (HSD) daxwaz ji civaka nêvdewletî û Hevpeymanîya Nêvdewletî dike, li bakûra rojhelata Suriyê firîna firokayan bihên qedexekirin.

Di ragehandinekê de, HSD amaje bi wê yekê dike, deverên bakûra rojhelata Suriyê kevtîne beranber karesateke mirovî. Tevaya livîn û bizavên Tirkiyê amajeya wê yekê didin ku Tirkiye û çekdarên opozisyonê xwe amade dikin daku hêrişê dijî rojhelata Firatê encam bidin.

HSD hoşdarîyê jî dide ji wê ku xelkê sivîl û bê gunah bibin qurbanî, lew HSD daxwaz ji Civaka Nêvdewletî û Hvepeymanîya Nêvdewletî dike ku wan bi hev re  şerê Daişê kirîne, berpirsyarî xwe bicihbînin û devera wan ji her hêrişekê biparêzin.

HSD daxwazan qedexwkirina firînê dike li bakûra rojhelata Suriyê dike.