HSD metirsîyên ser hêzên xwe aşkera dike
Hêzên Suirya Demokrat (HSD) ragehand, Çekdarên Daişê Li Reqe hêriş kirîne ser pgehên wan.
K24- Hewlêr
Hêzên Suirya Demokrat (HSD) ragehand, Çekdarên Daişê Li Reqe hêriş kirîne ser pgehên wan.
Mistefa Balî, rêveberê navenda ragehandina HSDyê ragehand: Hevdem li gel amadekarîyên supayê Tirkiyê bo hêrişkirine ser deverên wan, çekdarên Daişê û şaneyên nivîstîyên wê rêkxistîyê dixwazin enîyeke dî ya şer li dijî me vekin û li Reqe hêriş kirîne ser hêzên me.
Hêrişa çekdarên Daişê bo ser HSDyê di demkê de ye, serokatîya Komara Tirkiyê ragehandîye, destpêka hêrişa supayê Tirkiyê bo ser bakûra Suriyê û jinavbirina hêzên Kurdî li wê deverê li ser dem û lêvarê ye.