Pêntagon: Emerîka nahêle Tirkiye komkujîyê li navçeyên Kurdan bike piştîavanîya HSDyê bedewam e

Berpirsekî li Eezareta Bergirya Emerîkayê (Pêntagon) ragehand, li gor budceya serbazî piştevanîya Emerîkayê bo Hêzên Suriya Demokrat (HSD) heya sala 2020 dê berdewam bibe û Emerîka nahêle Tirkiye komkujê li navçeyên Kurdan bike.

K24- Hewlêr

Kenala Elhura ji zardevê berpirseke bilind ji nava Wezareta Bergirêya Emerîkayê veguhaztîye, ku şervanên Kurd di berenagrîya êrîşên Tirkiyê de destgirêdayî namînin û berevanîyê dê ji xwe bikin.

Bi gotina wî berpirsî, di piştevanîkirina HSDyê de berdewam bibin çunku HSD ji sala 2014 ve milbimlê wan şerê Da'şê kirîye û qurbanî jî dayne.

Wî berpirsê wezareta Bergirîya Emerîkayê gotîye jî, Emerîka rê nade Tirkiyê komkujêyan li navçeyên Kurdan bike û li gel Tirkiyê dê di peywendîyan de be bo kontrolkirina gavên Enqereyê .

Herweha li ser zimanê wî berpirsê Emerîkayî hatîye belavkirin, ku  li gor budceya serbazî ya Pêntagonê piştevanîkirina HSDyê heya sala 2020 dê berdewam be û alîkarîyên lojostî û çek jî bo HSD dê bişînin daku HSD xwe ji her êrîşekî biparêzê.