Serok Barzanî: Daxwaz ji Amerîka û Hevpeymanan dikin bo parastina gelê Kurd rola xwe bibînin.

Serok Mesûd Barzanî îro pêşwazî Konsolê Amerîka li Hewlêrê Steven Fagin kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Mesûd Barzanî îro pêşwazî Konsolê Amerîka li Hewlêrê Steven Fagin kir û derbarê rewşa Sûriyê û egerên rûdana şer û karesatan guftûgoyên hûr aşkere hatin kirin. Serok Barzanî daxwaz kir, Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletiya ya li Dijî Terorê, ji bo parastina gelê Kurd rola xwe bibînin.

Di vê civînê de di derbarê rewşa Sûriye û egera rûdana şer û karesatan guftûgoyên hûr û eşkere hate kirin û Serok Barzanî carekî din dilgiraniya xwe ya kûr ya li egera rûdana karesatan ji bo Kurdên Sûriye derbirî û daxwaz kir Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî Terorê, ji bo parastina gelê Kurd rola xwe bibînin.

Serok Barzanî di vê hevdîtinê de ronahî kir ku gelê Kurd li çarçêweya şerê dijî terorê da qurbaniyeke zêde daye û niha em li çaverê dikîn Amerîka û Hevpeymanan û civaka navdewletî rê nedin li ber çavên wan gelê Kurd tuşî karesateke din bibê û li vî derbarî de berpirsiyariya mezin dikevê ser milê Amerîka û Hevpeymanan.

Her di vê hevdîtinê de behsa girjî û aloziyên vê dawiyê ya parêzgehên Iraqê kirin û Serok Barzanî ronahî kir ku em bi wê yekê re ne daxwaziyên rewa yên xelkê bêne bicîhkirin, di heman demê de dijî wê ne ku berpirsiyariya gendeliyên berê bixin stûyê hikûmeta niha û hinek kesên rabûyî ku ew bi xwe berpirsê rewşê ne, niha ji bo dijayetiya Serok Wezîr dixwazin suwarê lehiya nerazîbûna xelkê bin û di vî derbarî de piştevaniya xwe ji bo Hikûmeta birêz Adil Abdulmehdî dûpat kir.

 

S. B