Giraham bo Tirkiyê: Xîça Sor nebezîne

Lîndisî Giraham endamê peywendîyên derve di Civata Pîrên Emerîkayê de û endamî ser bi Partîya Komarî û yek ji sîyasetmedarên navdarên Waşintunê , peyamek arasteya Tirkiyê kir.

K24- Hewlêr

Lîndisî Giraham endamê peywendîyên derve di Civata Pîrên Emerîkayê de û endamî ser bi Partîya Komarî û yek ji sîyasetmedarên navdarên Waşintunê, peyamek arasteya Tirkiyê kir.

Di tora civakîya Tiwîterê de, Giraham peyamyek belav kirîye û nivîsîye: Bo hikumeta Tirkiyê.. gilopa kesik bo te nehatîye helkirin daku tu biçî nav bakûra Suriyê.

 Herweha nivîsye: Di kongirêsê de dijînîyeke mezin heye ji herdû partîyên Komarî û Demokratî ve û pêwîste evê yekê wek xîça sor bibînî û li ser te pêwîste wê xîçê nebezînî.

Lîndisî Giraham bi haştaga  (#StandWithTheKurds) tiwîta xwe belavkirîye.

Ev tiwîta Giraham di demekê de ye, supayê Tirkiyê amadekarîyên xwe tema kirîne bo hêrişkirine ser bakûra rojhelata Suriyê û despêkirina şer li ser dem û lêvarê ye.  

Lîndisnî Giraham berê jî helwêsta wî bi vî awayî bûye, ku nabe Emerîka pişta xwe bide Kurd li bakûra Suriyê.