Serokê Fransa nîgeraniya xwe ji Pevdara HSDê re nîşan da
Serokê Fransa Emmanuel Macron bi Peyvdara HSDê Cîhan Şêx Ehmed re civiya û dilgiraniya xwe derbarê egera operasyona Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê de nîşan da.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Fransa Emmanuel Macron bi Peyvdara HSDê Cîhan Şêx Ehmed re civiya û dilgiraniya xwe derbarê egera operasyona Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê de nîşan da.
Serokatiya Fransayê di daxuyaniyekê de ragihand, Peyvdara Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Cîhan Şêx Ehmed bi Serokê Fransa Ammanuel Macron re civiya.
Serokatiya Fransayê di daxuyaniya xwe de daye zanîn, Parîs ji amadekariyên Tirkiyê yên destpêkirina operasyoneke leşkerî li Sûriyê dilgiran e.
Berî niha jî Wezareta Bergîriyê ya Fransayê ragihandibû, ew ji nêzîk ve rewşa li ser sînorê Tirkiyê û vekişîna hêzên Amerîkî dişopînin
S. B