Komkara Erebî êrîşa Tirkiyê ser bakurê Sûriyê şermezar dike
Komkara Erebî êrîşa Tirkiyê li ser bakur û rojhilatê Sûriyê bi tundî şermezar kir û ragihand, nabe Tirkiye wek dewleteke cîranê Sûriyê bi çi bihaneyekê jî dest bi operasyoneke leşkerî bike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Komkara Erebî êrîşa Tirkiyê li ser bakur û rojhilatê Sûriyê bi tundî şermezar kir û ragihand, nabe Tirkiye wek dewleteke cîranê Sûriyê bi çi bihaneyekê jî dest bi operasyoneke leşkerî bike.
Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Husam Zekî di daxuyaniyekê de ragihand, êrîşên leşkerî yên Tirkiyê li bakur û rojhilatê Sûriyê binpêkirina serweriya Sûriyê ye û ew bi tundî vê êrîşê red dikin.
Husam Zekî da zanîn jî, nabe Tirkiye wek dewleteke cîranê Sûriyê bi çi bihaneyekê jî dest bi operasyoneke leşkerî bike.
Ji aliyekî din ve, Wezareta Derve ya Misrê bi tundî êrîşa Tirkiyê li bakur û rojhilatê Sûriyê şermezar kir û daxwaza civîneke Komara Erebî kir.
Herwiha daxwaz ji Encûmena Asayişa Navdewletî kir, rûbirûyî vê gava Tirkiyê ya ewlehî û aştiya navdewletî dixe metirsiyê bibe û vê êrîşê rawestîne.