Senatorê Amerîkî: Li Kongressê sizayên giran li Tirkiyê disepînin

Senatorê diyar ê Amerîkî di Encûmena Pîran a Amerîka de Lindsey Graham radigihîne, Kurd bi şermane ji aliyê îdareya Serok Trump tê piştguhkirin û tekez kir, ev pêngava Tirkiyê dibe sedema serîhildana DAIŞê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Senatorê diyar ê Amerîkî di Encûmena Pîran a Amerîka de Lindsey Graham radigihîne, Kurd bi şermane ji aliyê îdareya Serok Trump ve tên piştguhkirin û tekez kir, ev pêngava Tirkiyê dibe sedema serîhildana DAIŞê.

Piştî Serokomarê Amerîka glopa kesk ji bo Tirkiyê vêxist ta dest bi operasyoneke leşkerî li Rojavayê Kurdistanê bike, Senatorê Amerîkî Lindsey Graham bi tundî rexne li wê biryarê girt.

Lindsey Graham di wê derbarê de li twittera xwe nivîsî, “Li Kongressa Amerîkî hewlên xwe dikin, ji bo Erdogan baceke giran ji ber vê operasyonê bide.”

Lindsey Graham di twitta xwe de daxwaz ji Serokê Amerîka Donald Trump dike, biryara xwe biguhêre û hîna dem maye ji bo ew vegere ser bingehên dirustkirina herêma ewle.

Îro 9. 19. 2019an, Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan, destpêkirina êrîşa welatê xwe li ser Rojavayê Kurdistanê ragihand û firokeyên Tirkiyê yên F-16 dest bi bombebarana gund û bajarên Kurdî yên sînorî kirin.