Ewrûpa li ser hêrişa Tirkiyê bo ser Rojavaya Kurdistanê bi deng hat
Welayên Yekêtîya Ewrûpa beranber operasyonên Tirkiyê bo ser rojavaya Kurdistanê bi deng hat û çend welatên wê yekêtîyê di daxuyanîyên cuda de bi tundî wê hêrişê şermezar dikin û biryare Yekêtî Ewrûpa jî helwêsta fermîya xwe di daxuyanîyekê de rabigehîne û evê pêngava Tirkiyê bi tundî şermezar bike.
K24- Hewlêr
Welayên Yekêtîya Ewrûpa beranber operasyonên Tirkiyê bo ser rojavaya Kurdistanê bi deng hat û çend welatên wê yekêtîyê di daxuyanîyên cuda de bi tundî wê hêrişê şermezar dikin û biryare Yekêtî Ewrûpa jî helwêsta fermîya xwe di daxuyanîyekê de rabigehîne û evê pêngava Tirkiyê bi tundî şermezar bike.
Bênis Stoltingbêrg, emndarê giştîyê Hevpeyamnaîya bakûra Etlesî (NATO) got: Ew hêvîxwaze ev operasyona serbazîya Tirkiyê li Suriyê bi hûrî û guncayî encam bide.
Stoltingbêrg, tekez jî kir, Tirkiyê ragehandîye, ku operasyona wan li bakûra rojhelata Suriyê dê sinûrdar be. Amaje bi wê yekê jî da, ku Giring ewe akincîya deverê ji evê zêdetir aloz nebe.
Ji alîyê xwe ve jî, Îmîlî Do Monşalan, wezîrê karûbarê Yekêtîya Ewrûpayê ragehand: Firansa, Birîtanîya û Elmanîya daxwaza kombûna bi lez ji Civata Asayîşa Nêvdewletî kirîne, bi mebesta gengeşekirina hêrşa Tirkiyê bo ser bakûra Suriyê.
Do munşalan, li pêş komîteya karûbarên derveyê ya yekêtîya Ewrûpayê gpt: Ev sê welat binîyaz derxistina daxuyanîyeke hevpişkin, ku têde bi tundî hêrişa Tirkiyê şermezar bikin.
Amaje bi wê yekê jî da, welatên Ewrûpa rêkkevtinekê dikin û piştî ku tevaya welatan wajûyê li ser kirin, daxuyanîyek serbixwe li ser evê pirsê dderdixin û helwêsta xwe derbarê evê reftara Tirkyê radigehînin.
Ji alîyê xwe ve jî Can Kilod Yonker, serokê Komisyona Ewrûpayê daxwaz ji Tirkiyê kir xwe bigire û karê serbazî li bakûrê Suriyê rawestîne.
Ev axiftinên Yonker li pêş perlemana Ewrûpayê gotin ragehand: Tirkiye ji Sinûrên xwe ditirse û divî em jî evê yekê bizanîn, lê daxwazê ji Enqere û alîyên şer dikim xwe bigirin.
Amaje bi wê yekê jî da, heke pilana Tirkiyê bo damezirandina devera aram be, bila Tirkiye weha hizir neke ku Yekêtîya Ewrûpa xpereyan bo evê mebestê bimezixe.
Ji alîyeke din ve, Hayko Mas, wezîrê derveyê Elmanîya bi tundî hêrişa Tirkiyê bo ser bakûra Suriyê şermezar kir û tekez kir: Ev operasyona Tirkiyê girjyên deverêp zêde dike û akincîya deverê dixe di metirsîyê de û alîkarîya vegerandina Daişê û çalakbûna wê dide.
Mas got jî, pêşbînî dihêt kirin ev hêrişa Trikiyê bibe sedema karesateke nû ya mezin a mirovî û serhildana pêleke dî ya penaberan.
Hevdem Cozbî Kontî, serok wezîrên Îtalîya operasyona Tirkiyê bo ser rojava Kurdisatnê şermezar kir û tekez kir ku ev pêngava Tirkiyê deverê aloztir dike û zîyanê digehîne xelkê sivîl.