HSDyê amara yekem roja hêrişa Tirkiyê ragehand
Demjimêr 04:00 êvara 9ê/ Oktoberê, hêrişa asmanîya supayê Tirkiyê destpêkir bo ser bakûra Suriyê û rojhelata Furatê .
K24- Hewlêr
Demjimêr 04:00 êvara 9ê/ Oktoberê, hêrişa asmanîya supayê Tirkiyê destpêkir bo ser bakûra Suriyê û rojhelata Furatê .
Hêzên Suriya Demokrat ragehand: ji encam burdûmana deverên Girê Sipî, rojavya Eyîn Îsa, Qmişlo, Dêrbasiyê, Dêrik 5 hevwelatî û 3 şervan jî şehîd bûne.
Hevdem, nûçegihanê Kurdistan24ê li Serê Kanî ragehand: Supayê Tirkiyê bi armanca pêşrewîyê ber bi Serê Kanîyê livîn bi hêza xwe kirîye, lê li bakûrê Serê Kanîyê hêzên Suriya Demokrat çar tank ş firokeyek bê firokevan têkşikandîne.
Nûçegihanê Kurdistan24 ragehandîye jî, bi egera ew zebr û gurzeya ber supayê Tirkiyê ketîye, livîna Supayê ber bi pêşve hatîye rawestan û rêjeya zîyanên canî yên supayê Tirkiyê nehatêye zanîn.
Heya niha supayê Tirkiye û wezareta berevanîya Tirkiyê ti zanyarîyek li ser evê yekê belav nekirîne.