Encûmena Asayişa Navdewletî derbarê êrîşa Tirkiyê de dicive
Encûmena Asayişa Navdewletî îro derbarê êrîşa Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê dicive.
K24 – Navenda Nûçeyan
Encûmena Asayişa Navdewletî îro derbarê êrîşa Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê dicive.
Li ser daxwaza wezîrên derve yên Almanya, Fransa û Brîtanyayê, biryar e îro Encûmena Asayişa Navdewletî bicive û êrîşa Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê guftûgo bike. Tê çaverêkirin Encûmen jî biryarekê di berjewendiya Kurd û li dijî Tirkiyê bide.
Duhî Tirkiyê operasyona leşkerî li Rojavayê Kurdistanê ragihand û firokeyên şer yên F-16 dst bi bombebarana gund û bajarên Rojavayê Kurdistanê li rojhilatê Firatê kirin.
Piştre jî topxaneya Tirkiyê dest bi topbaranê kir û artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê yên di bin fermana Tirkiyê de kar din hewl dan dest bi operasyona bejahî li Girê Sipî bikin.
Vê êrîşa Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê gelek karvedanên nerazîbûnê yên welatên navçeyê, Ewropa û cîhanê li pişt xwe anî û gelek welatan daxwaza rawestandina êrîşê ji Tirkiyê kir.
Hêzên Suriyeya Demokratîk (HSD) ragehand, ji encam burdûmana deverên Girê Sipî, Eyîn Îsa, Qamişlo, Dêrbasiyê, Dêrik 5 welatî û 3 şervanên HSDê şehîd bûne û hejmarek kes jî birîndar bûn.
S. B