Erdogan armanca operasyonê aşkere dike
Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan di yekem gotara xwe piştî ragihandina êrîşa ser Rojavayê Kurdistanê de eşkere dike, armanca operasyonê, nehiştina avabûna dewletekê ser sînorê Tirkiyê ye.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan di yekem gotara xwe piştî ragihandina êrîşa ser Rojavayê Kurdistanê de eşkere dike, armanca operasyonê, nehiştina avabûna dewletekê ser sînorê Tirkiyê ye.
Erdogan di kombûnekê digel endam û revêberên partiya xwe de armanca operasyona li dijî li Rojavayê Kurdistanê li rojhilatê Firatê eşkere kir ragihand: Armanca wan rêlibergirtina avabûna dewletekê ser sînorê Tirkiyê ye. Piştî wê operasyonê armancên wan ên din jî hene lê ew niha eşkere nakin.
Erdogan got: Li hundir û derveyî sînorê welatê xwe, me karî 16 hezar terorist bêbandor bikin. Herwiha got: Bi her karînekê rûbirûyî PKK û DAIŞê dibin.
Erdogan di gotara xwe de got: Ti pirsgirêka me bi Kurdan re nîn e. Tekez kir jî, operasyona wan ya leşkerî berdewam dike.
Erdogan di heman axaftina xwe de gef li welatên Ewropayê jî xwar. Serokomarê Tirkiyê beramberî nerazîbûna Ewropayê ya ji operasyonê ragihand, Heger Yekîtiya Ewropa operasyona wan bi dagîrkerî binav bike, ewê deriyên sînorê ji penaberên ko dixwazin biçin Ewropayê re vekin.
Erdogan amaje bi wê yekê jî, Tirkiye ji her welatekî din pabendî yasayên NATOyê dibe.
Duhî Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan operasyona leşkerî li Rojavayê Kurdistanê ragihand û firokeyên şer yên F-16 û topxaneya Tirkiyê dest bi bombebaran û topbarana gund û bajarên Rojavayê Kurdistanê li rojhilatê Firatê kirin.
Êrîşa Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê û rojhilatê Firatê rastî karvedanên hejmarek zêde ên welatên cîhanê tê û Tirkiyê şemezar dikin û jê dixwazin ku vê êrîşê rawestîne.
Hêzên Suriyeya Demokratîk (HSD) ragehand, ji encam êrîşa duhî li ser deverên Serê Kaniyê, Girê Sipî, Eyîn Îsa, Qamişlo, Dêrbasiyê, Dêrik 5 welatî û 3 şervanên HSDê şehîd bûne û hejmarek kes jî birîndar bûn.
S. B