Li Serê Kaniyê 9 çekdarên mîlîşyayên Tirkiyê hatin kuştin
Peyamnêrê K24ê li Rojavayê Kurdistanê ragihand, li derdora bajarê Serê Kaniyê şer û pevçûn berdewam e û HSDê karî 9 çekdarên mîlîşyayên hevpeymanên Tirkiyê bikuje.
K24 – Navenda Nûçeyan
Peyamnêrê K24ê li Rojavayê Kurdistanê ragihand, li derdora bajarokê Serê Kaniyê şer û pevçûn berdewam e û HSDê karî 9 çekdarên mîlîşyayên hevpeymanên Tirkiyê bikuje.
Peyamnêrê K24ê da zanîn jî, ta niha hêzên Tirkiyê û mîlîşyayên ser bi wê ve ti navçeyekê li Rojavayê Kurdistanê kontrol bike.
Kuştina van çekdarên mîlîşyayan piştî wê yekê tê, Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan îro yekem gotara xwe piştî ragihandina êrîşa ser Rojavayê Kurdistanê eşkere kir û da zanîn, armanca operasyonê, nehiştina avabûna dewletekê ser sînorê Tirkiyê ye.
Erdogan tekez kir jî, operasyona wan ya leşkerî li Rojavayê Kurdistanê berdewam dike.
S. B