Tirkiye Girê Sipî û Serê Kanîyê dorpêç dike
Hêzên Tirkiyê û mîlîşyayên hevpeymanên wê Girê Sipî û Serê Kanîyê dorpêç kirîne.
K24- Hewlêr
Hêzên Tirkiyê û mîlîşyayên hevpeymanên wê Girê Sipî û Serê Kanîyê dorpêç kirîne.
Ajansa Anadola Tirkiyê belav kirîye, mîlîşyayên Hevpeymanên Tirkiyê dest bi ser gundên derdorê Girê Sipî û Serê Kanîyê re girtîne.
Ajansê behsa wê yekê jî kirîye, şer û pêkdadan di navbera hêzên HSDyê û mîlîşyayên ser bi supayê Tirkiyê berdewam e.
Behsa wê yekê jî kirîye ku heya niha dest bi ser 5 gundan re girtîne.