Tirkiye Girê Sipî û Serê Kanîyê dorpêç dike

Hêzên Tirkiyê û mîlîşyayên hevpeymanên wê Girê Sipî û Serê Kanîyê dorpêç kirîne.

K24- Hewlêr

Hêzên Tirkiyê û mîlîşyayên hevpeymanên wê  Girê Sipî û Serê Kanîyê dorpêç kirîne.

Ajansa Anadola Tirkiyê belav kirîye, mîlîşyayên Hevpeymanên Tirkiyê dest bi ser gundên derdorê Girê Sipî û Serê Kanîyê re girtîne.

Ajansê behsa wê yekê jî kirîye, şer û pêkdadan di navbera hêzên HSDyê û mîlîşyayên ser bi supayê Tirkiyê berdewam e.

Behsa wê yekê jî kirîye ku heya niha dest bi ser 5 gundan re girtîne.