HSD amareke nû belav dike
Hêzên Suriya Demokrat ragehand: Ji destpêka hêrişa Tirkiyê heya evro 22 şervan şehîd bûn e.
K24- Hewlêr
Hêzên Suriya Demokrat ragehand: Ji destpêka hêrişa Tirkiyê heya evro 22 şervan şehîd bûn e.
Di beyannameyekê de, ku evero haatîye belavkirin ji alîyê hêzên Suriya Demokrat (HSD) têde hatîye ragehandin ku tevaya hewlên Supayê Tirkiyê û mîlîşîyayên hevpaymanên wê bo çûne nac Girê Sipî şikest anîne.
Herweha hatîye li mîhwera Tel Hilf û Îlwak, mîlîşyayan û supayê Tirkiyê hewil dan xwe dizeyê bikin nav Girê Sipî û hevdem li gel hêrişa wan topxaneyên Tirkiyê topbaran deverê kirin, lê şervan berengarî wan bûn û rê li serkevtina wan girtin.
Aşkera jî kir li gundê Tiwîme li başûra Serê Kanîyê şeneyek Daişê hêriş kirin ser hêzên asayîşa navxwe û şîyan wê hêrişê têkbişkîne.