Li Serêkaniyê 5 leşker hatine kuştin
Li Serêkaniyê ya Rojavayê Kurdistanê, HSD êriş bir ser leşkerên Tirkiyê, 5 leşker hatin kuştin
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Serêkaniyê ya Rojavayê Kurdistanê, HSD êriş bir ser leşkerên Tirkiyê, 5 leşker hatin kuştin.
Peyamnêrê Kurdistan24 da zanîn: Li Serêkaniyê 4 Çekdarên ser bi Tirkiyê ve û Fermandeyek leşkeri yê artêşa Tirkiyê hat kuştin.
Di vê navberê de, hêzên artêşa Tirkiyê û Çekdarên ser bi wan ve, xwestin e gundê Yapsê bixin bin kontrola xwe, lê di encama êrişa hêzên HSDê de; Şerek dijwar berdewam dike.
Li gorî daxûyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî, li Ezazê baregeha Artêşa Tirkiyê rastî êrişek muşekan hat û di encam de Fermandê leşkerî yê bi nave Ebdulhemîd Bilgen hat kuştin.
C.B