Asayişa Niştimanî ya Amerîka: Me ji Erdogan re gotiye dagîrkirina Sûriyê bîrokeyeke xirap e

Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Amerîka Robert O'Brien ragihand, ji destpêkê ve ji serokatiya Tirkiyê re got: Dagîrkirina Sûriyê bîrokeyeke xirap e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Amerîka Robert O'Brien ragihand, ji destpêkê ve ji serokatiya Tirkiyê re got: Dagîrkirina Sûriyê bîrokeyeke xirap e.

Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Amerîka di hevdîtinekê de ligel kenala “Fox News” ragihand, ew piştevaniyê li operasyona leşkerî ya Tirkiyê nakin û ti leşkerekî wan jî li cihên tên êrîşkirin nîn in.

Ev daxuyaniya Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Amerîka di demekê de ye, Wezîrê Bergirî yê Amerika Mark Esper di pêwendiya telefonî ligel Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiye Hulusi Akar de ragihand, wekî ku operasyon li dijî Rojavayê Kurdistanê tê kirin, serkeftin û têkoşîna li dijî DAIŞê dixe metirsiyê de.

Herwiha Wezîrê Bergirî yê Amerika hişdarî da Tirkiye, ku operasyona xwe ya dagîrkeriyê rawestîn e!

 

S. B