NY: 100 hezar kes ji bakurê Sûriyê koçber bûne
Netewên Yekgirtî ragihand, di heyama 3 rojên êrîşa artêşa Tirkiyê ser Rojavayê Kurdistanê nêzîkî 100 hezar kes koçber bûne.
K24 – Navenda Nûçeyan
Netewên Yekgirtî ragihand, di heyama 3 rojên êrîşa artêşa Tirkiyê ser Rojavayê Kurdistanê de nêzîkî 100 hezar kes koçber bûne.
Peyvdarê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Stephane Dujarric ragihand, di encama operasyona leşkerî ya Tirkiyê li ser bakurê Sûriyê de, nêzîkî 100 kes koçber bûne.
Amaje bi wê jî kir, raportên ji wan re tên, behsa hebûna kuştin û birîndarbûna welatiyên sivîl dikin, ji ber vê yekê jî ew daxwaz ji Tirkiyê dikin, ji bo parastina sivîlan, ew pabendî yasayên navdewletî bibe.
Artêşa Tirkiyê ji roja 9ê vê mehê gund û bajarên Rojavayê Kurdistanê yên li rojhilatê Firatê bombebaran û topbaran dike, ji ber vê yekê jî welatiyên sivîl bi neçarî malên xwe bicih dihêlin û ber bi herêmên ewle koçber dibin.
Serokomarê Tirkiyê duhî di konferanseke rojnamevanî de ragihandibû, gelek gef li wan tê kirin, ji bo ew operasyona xwe ya leşkerî li bakurê Sûriyê rawestînin, lê ew tevî wê yekê jî operasyona xwe ranawestînin.
S. B