Mistefa Balî ji K24ê re zanyariyên nû yên meydanî aşkere dike

Berpirsê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, ta niha Serê Kaniyê bi temamî di bin kontrola wan de ye.

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, ta niha Serê Kaniyê bi temamî di bin kontrola wan de ye.

Berpirsê Navenda Ragihandinê ya HSDê Mistefa Balî ji K24ê re, ji Dêrikê û ta Kobanî rastî êrîşên artêşa Tirkiyê ve tên.

Balî da zanîn, niha li rojavayê Serê Kaniyê şer heye û berdewam e, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve hewl didin di rojava re bi pêş ve bên, bi taybet di taxa Pîşesaziyê re. Di şer de hin caran pêşveçûn û paşketin çê dibin.

Da zanî jî, ew bi Hevpeymaniya Navdewletî di pêwendiyan de ne, lê ta niha tiştekî fermî nîn e.

Tekez kir jî, ew bêhêvî nabin û ta karîna wan a berevaniyê hebe, dê berevaniyê li xwe bikin.

Aşkere kir jî, zêdetir ji 11 çekdarên DAIŞê di destê wan de ne û di zîndanan de û got: Dibe rewş bikeve metirsiyê û ew nikaribin hemû tiştekî kontol bikin, her welatek wan çekdarên DAIŞê li ser xwe metirsîdar dibîne, bila bê şer rawestîne û rewşê çareser bike.

Balî li ser pêwendiyên bi rêjîma Sûriyê re got, ew xwe ji destpêkê ve xwe hêzeke Sûrî dibînin, heger rêjîma Sûriyê amade be ji çareseriyê, ew jî amade ne danûstandinê pê re bikin.

Diyar kir jî, armanca Tirkiyê ne tenê herîma “mîkanîzma ewlehiyê” ye, belkû tevahiya Rojavayê û Kurdistanê û Herêma Kurdistanê ye.

Destnîşan kir jî, ne ji YPG/HSD û Pêşmerge ba, dê Sûriye û Iraq di destê DAIŞê de bana, Kurdan ne tenê Sûriye û Iraq, belkû cîhan ji DAIŞê parast, lê di dema pêwîst de û referandûma serxwebûna Kurdistanê de wan pişta xwe dan Kurdan.  

 

S. B