HSD: Em bi tiwîteke Tiramp ser surrmayî mayin

Berpirseke Rojavaya Kurdistanê bi govar Nîyoz Wîk a Emerîkayî ragehandîye, Rêveberîya Tiramp Kurd haydar nekirine ji biryara vekişandina supayê welatê xwe ji Suriyê.

K24- Hewlêr

Berpirseke Rojavaya Kurdistanê bi govar Nîyoz Wîk a Emerîkayî ragehandîye,  Rêveberîya Tiramp Kurd haydar nekirine ji biryara vekişandina supayê welatê xwe ji Suriyê.

Wî berpirsî bê ku nabê wî bihêt, bi govarê ragehandîye, hêzên Suriya Demokrat û rêveberîya Xweser bi rêya tiwîtê ve nûçeya vekişana supayê Emerîka ji Suriyê bihîstîye.

Ew jî gotîye, Evê biryarî Em hemû ser surrmayî kirîn, çunku gelek şermezarane bû.

Piştî peywendîyeke telefonî li gel hevtayê xweyê Tirkiye, Yekşembîya burî, serokê Emerîkayê biryar da supayê welatê xwe ji bakûra Suriyê vekişîne.