SANA: Artêşa Sûriyê gihîşt Til Temirê
Ajansa “SANA” ya Sûrî ya fermî belav kir, yekîneyin ji artêşa Sûriyê derbasî bajarokê Til Temirê bûne.
K24 – Navenda Nûçeyan
Ajansa “SANA” ya Sûrî ya fermî belav kir, yekîneyin ji artêşa Sûriyê derbasî bajarokê Til Temirê bûne.
Ajansa “SANA” belav kir, fewca 5em a parastina sînor (Hecanê) ji bajarê Hesekê birê ket û gihîşt bajarokê Til Temirê.
Da zanîn jî, artêşa Sûriyê dê ji bajarokê Til Temirê û heta bajarokê Dirbêsiyê û Serê Kaniyê hêzên xwe belav bike.
Nahiya Til Temirê 40 K.M li bakurê rojavayê Hesekê û 35 K.M li başûrê rojhilatê Serê Kaniyê li ser riya navdewletî (M4) e û di destê Hêzên Sûriyê Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye.
Ji aliyê xwe ve, medyay Rûsî belav kir, artêşa Sûriyê gihîşt bajarê Tebqa li rojavayê Reqayê û li derdora firokxaneya Tebqayê belav bûye û dibe di çend demjimêrên bê de, HSD wê firokxaneyê radestî wê artêşa Sûriyê bike.
Ev gava gihîştina artêşa Sûriyê bo Til Temir û Tebqayê piştî wê yekê tê, duhî HSD û Rêveberiya Xweser ragihandin, wan li gel hikûmeta Sûriyê li hev kirine, ku hêzên artêşa Sûriyê bi dirêjahiya sînorê bi Tirkiyê re bêne bicihkirin.
S. B