Şaredarên 3 şaredariyên HDPê hatin binçavkirin

Îro danê sibê sê şaredarên HDPê yên Gever, Nisêbîn û Erdîşê hatin desteserkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro danê sibê sê şaredarên HDPê yên Gever, Nisêbîn û Erdîşê hatin desteserkirin.

Peyamnêrê K24ê da zanîn, hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê li bajarokê Nisêbînê operasyoneke berfireh kir û avêt ser şaredariya Nisêbînê û çend û malên welatiyan.

Hat zanîn, hevşaredarên Nisêbînê yên HDPê Semîre Nergîz ile û Ferhat Kut bi hinceta dijî operasyona dagirkirina rojhilatê Firatê derketine hatine desteserkirin.

Herwiha tê pêşbînîkirin hejmara desteserkiriyan zêdetir bibe.

Li Colemêrgê jî operasyon hate kirin û Şaredar Cîhan Karaman hat desteserkirin. Herwiha her hevserokê Geverê Remziye Yaşar û Irfan Sariş jî hatine desteserkirin.

Herwiha li bajarokê Erdîşê ya Wanê jî Şaredar Yildiz Çetîn û cigîrê wê û 2 berpirsên din ên HDPê bi tohmeta endamtiya PKKê hatine desteserkirin. 

 

 

S. B