Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkariyan dişîne Rojavayê Kurdistanê

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî wek yekem rêxistina mirovî ya navxweyî, karwaneke alîkarî û hawarhatinê digihîne koçber û derbiderên Rojavayê Kurdistanê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî wek yekem rêxistina mirovî ya navxweyî, karwaneke alîkarî û hawarhatinê digihîne koçber û derbiderên Rojavayê Kurdistanê.

Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Mûsa Ehmed ji K24ê re ragihand, yekem karwana alîkariyê ji 30 barhilgir pêk tê û xwarin û pêwîstiyên bijîşkî lixwe digire, ji bo koçber û nexweşxaneyên Hesekê tên şandin.

Got jî: Ev ne dawî karwana alîkariyan e û wek Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, em xwe bi xwediyê tevahiya xelkê Rojavayê Kurdistanê dizanin ku li çî cihekî bin.”

Artêşa Tirkiyê û mîlîşyayên çekdar ên ser bi wê ve, ji roja 9ê vê mehê dest bi êrîşa ser Rojavayê Kurdistanê li rojhilatê Firatê kirin û bi firoke û topan gund û bajaran bombebaran û topbaran dikin.

Heyva Sor a Kurd li Rojavayê Kurdistanê ragihand, ji destpêka êrîşa artêşa Tirkiyê ser gund û bajarên Rojavayê Kurdistanê 165 welatiyên sivîl şehîd bûne, di nava wan de 11 zarok û 35 jin hene.

Li gor amarên Rêveberiya Xweser, ji destpêka êrîşên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê ve û heta niha, zêdetir ji 250 hezar kes koçber û derbider bûne.

S. B