Rêveberiya Xweser: 270 hezar kes koçber bûne
Rêveberiya Xweser li Bakurê Sûriyê ragihand, ji ber êrîşên artêşa Tirkiyê zêdetir ji 275 hezar kes koçber bûne.
K24 – Navenda Nûçeyan
Rêveberiya Xweser li Bakurê Sûriyê ragihand, ji ber êrîşên artêşa Tirkiyê zêdetir ji 270 hezar kes koçber bûne.
Di berdewamiya êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê, koçberiya welatiyên Serê Kaniyê û Girê Sipî û gundewarên wan rojane zêde zêtetir dibe, piraniya wan jî berên xwe didin herêma ewletir wek Til Temir û Hesekê.
Di vê derbarê de Rêveberiya Xweser îro di daxuyaniyekê de ragihand, ji SerêKaniyê û Girê sipî zêdetir ji 270 hezar kesî koçber û derbider bûne, ku di nava wan de 70 hezar zarok in.
Amaje bi wê yekê jî kir, tevahiya rêxistinên navdewletî karên xwe rawestandine û karmendên xwe ji Rojavayê Kuridstanê vekişandine û pêwîstiya wan bi alîkariyên mirovî heye.
Her di wê derbarê de jî, îro Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Mûsa Ehmed ji K24ê re ragihand, îro yekem karwana alîkariyê ku ji 30 barhilgir pêk tê û xwarin û pêwîstiyên bijîşkî lixwe digire, ji bo koçber û nexweşxaneyên Hesekê tên şandin.
Şerê giran ê di navbera artêşa Tirkiyê û mîlîşyayên ser bi wê ve û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de berdewam e û tê pêşbînîkirin ku hejmara koçberan zêdetir bibe.
Ji aliyekî dib ve jî, Heyva Sor a Kurd li Rojavayê Kurdistanê ragihand, ji destpêka êrîşa artêşa Tirkiyê ser gund û bajarên Rojavayê Kurdistanê 165 welatiyên sivîl şehîd bûne, di nava wan de 11 zarok û 35 jin hene.
S. B