Li Minbicê leşkerekî Tirkiyê hat kuştin û 8 jî birîndar bûn

Li gundewarê Minbicê leşkerekî Tirkiyê hat kuştin û heşt leşker birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li gundewarê Minbicê leşkerekî Tirkiyê hat kuştin û heşt leşker birîndar bûn.

Wezareta Bergîriyê ya Tirkiyê ragihand, YPGê li Minbicê bi topên Hawinê êrîşê leşkerên wan kirine û leşkerekî wan canê xwe ji dest daye û heşt leşker birîndar bûne.

Ji alîkî din ve li gor zanyariyan, li bajarokên Kaniya Xezalan û Serê Kaniya Rihayê hejmareke zêde ambûlans berdewamî hatûçûnê dikin û mirî û birîndarên arteşa Tirkiyê vediguhêzin.

Ev yek di demekê de ye, îro hêzên Amerîkî ji Minbicê vekişabûn û li gor rêkeftina HSD û artêşa Sûriyê de, îro artêşa Sûriyê derbasî nava Minbicê bû.

Êrîşa artêşa Tirkiyê û mîlîşyayên ser bi wê ve li Rojavayê Kurdistanê îro kete roja xwe heftem û şer bi giranî li her du bajarên Serê Kaniyê û Girê Sipî rû didin.

 

S. B 

Fly Erbil Advertisment