Serok Barzanî û Balyozê Yêkîtiya Ewropa li Iraqê rewşa Sûriye û navçeyê guftûgo kirin
Serok Mesûd Barzanî îro pêşwazî li Balyozê Yêkîtiya Ewropa li Iraqê Martin Huth kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serok Mesûd Barzanî îro pêşwazî li Balyozê Yêkîtiya Ewropa li Iraqê Martin Huth kir û rewşa Sûriye û navçeyê guftûgo kirin
Di hevdîtinê de ku Berpirsê Nivîsîngeha Yêkîtiya Ewropa li Hewlêrê Vînso Pupo jî amade bû, Balyozê Yêkîtiya Ewrupa li Iraqê li Bexda nû dest bi karên xwe kiriye, pêzanînên xwe hebû ji bo wan pêşketinên erênî yên li Herêma Kurdistanê bi beramber li gel navçeyê hatiye holê û her wiha spas û pêzanînên xwe ji bo rola Serok Barzanî û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li şerê terorîstên DAIŞê û hewandina sedan hezar koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê hebû.
Di beşeke din a axaftina xwe de, Balyozê Yêkîtiya Ewropa li Iraqê helwesta Yêkîtiya Ewrupa ya li ser rewşa niha ya Sûriyê ji bo Serok Barzanî şîrove kir.
Di beranber de Serok Barzanî pîrozbahiya destbikarbûna Balyozê nû yê Yêkîtiya Ewrupa li Iraqê kir û hêviya serkeftinê xwest. Ji bilî balkişandina li ser sedemên serhildana wê rewşa ku li Sûriyê hatiye holê dilgiraniya xwe û têbîniyên li ser rewş û paşaroja gelê Kurd li Sûriye xisterû.
Her di vê hevdîtinê de ronahî xistin li ser peywendiyên Hewlêr û Bexda û dirustbûna rewşa nû ya ji bo çareserkirina kêşeyan bi erênî da hate nirxandin.
Guftûgo kirina gef û metirsiyên serhildana DAIŞê li Iraq û Sûriye û navçeyê mijareke din a vê hevdîtinê bû.
S. B